19 Temmuz 2011 Salı

AJÎN

Di çavên wan de ewrên sor
Di dilê wan de awirên bêrû
Ev ne şîn e
Govendeka bi  xwînê ve girêdayî

Ev çi agir e
Hemû  darên wî
Canê zarokan e

Belav bû
Pireya dilê min
Ya ko
Bi peyv û tîpên evîne ve hatibû avakirin

Ey xem,
Tu, wendabûn
Tu, bêwarbûn
Ey xem,
Tu dê kengî bibî xewn!
                                                           Temmuz 2011 / Stenbol
                                                                  Erol Mintaş

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder